Daîreya jîngeha kar (Arbetsmiljöverket)

Li gorî qanûna jîngeha kar (cihê ku mirov lê kar dike) mafê hemû karkerên ku li Swêdê kar dikin ji bo jîngeheka xweş a kar heye. Divê kesek ji ber karê xwe seqet nebe yan jî nexweş nekeve.

Hikûmet û parlamentoya Swêdê daîreya me wezîfedar kiriye da ku em hay jê hebin ka şirket û rêxistinên şixul qanûnên li ser jîngeha kar bi cih tînin an na. Em vê yekê bi pêkanîna xalên ji jêrê bi cih tînin:

  • Berdestkirina qaîdeyên bidetay ên ji qanûna jîngeha kar 
  • em bi rêya teftîşa cihên kar xwe piştrast dikin ku şirket û rêxistinên kar ên li seranserê Swêdê qanûn û qaîdeyan bi cih tînin
  • em agahiyê li ser pirsên jîngeha kar belav dikin.

Berpirsiyariya jîngeha te ya kar li ser pişta xwediyê kar e Berpirsiyariya sereke ya jîngeha kar li ser pişta xwediyê kar e. Dema em weke daîre derdikevin û serdana cihên kar dikin em dinêrin ka jîngeha kar li van deveran çawa ye û kontrol dikin ka qanûn û qaîdeyên li ser jîngeha kar têne bi cih anîn. Eger em kêmasiyan bibîn divê xwediyê kar van kêmasiyan ji holê rake.

Nûnerê te yê li cihê kar Li gelek cihên kar ên li Swêdê nûnerên parastinê hene ku bi swêdî ji wan re dibêjin skyddsombud. Nûnerê parastinê kesek e ku karkeran temsîl dike û dikare ji bo baştirkirina jîngeha kar daxwazan ji xwediyê kar bike. Eger li cihê kar problemên te hebin tu dikarî bi nûnerê xwe yê parastinê re biaxivî.

Têkiliyê bi me re deyne Tu dikarî bi vê hejmara telefonê +46 (0)10-730 90 00 an jî bi rêye vê e-mailê, arbetsmiljoverket@av.se, bigihîjî me. Hevkarên me yên ku bersivê didin dikarin bi zimanên cuda biaxivin û ji duşemê heta înê di navbera 08.00-11.30'an de pirs û daxwazên we dibersivînin. 

Li seranserê welêt ji bakûr heta başûr li bajarên cuda bi tevahî 600 hevkarên me hene û buroya me ya sereke jî li Stockholmê ye. Tu dikarî tim bi dilxweşî ji bo pirsên xwe yên li ser jîngeha kar, li ser qanûn û qaîdeyan an jî li ser xizmetên me yên li ser înternetê têkiliyê bi me re deynî.

Tercûme kêm e? Agahiya bi vî zimanî bisînor e. Agahiya zêdetir li ser rûpelên me yên bi ingilîzî û swêdî hene. Eger lazim be em dikarin nivîsên din jî tercûme bikin. Ji bo daxwaza tercûmeyê bi vê e-mailê têkiliyê bi me re deyne, arbetsmiljoverket@av.se.

Last updated 2021-11-30